• Friday, 13 February 2026
logo

Kelekçî bi biryara Barzanî dikeve ser Duhokê

Kelekçî bi biryara Barzanî dikeve ser Duhokê
Komelgeha Kelekçî, ku mezintirîn komelgeh e li Herêma Kurdistanê û ser bi parêzgeha Mûsilê bû , di sala 2014’an de hejmara şêniyên wê gehişte 40 hezar kes û li ser daxwaza xelkê wê, bi biryara Serokê Herêma Kurdistanê tevlî sînorê parêzgeha Dihokê bû ew bû bajarok.

Li gor fermana hejmar (11) ya Serokatiya Herêma Kurdistanê, roja 10.03.2014, biryar hat dayîn ku Kelekçî bibe bajarok û têkeve ser sînorê parêzgeha Duhokê. Komelgeha Kelekçî 25 kîlometre ji navenda bajarokê Şêxan dûre û ser bi nehya Qesrokê ye, di sala 1975’an ve ji aliyê rejîma Baasê ya hilweşiyayî ve hatibû avakirin bi mebesta veguhestina xelkên resen û bicîhkirina Erebên hawirde, ku yek ji siyaseta Baasê bû bo erebkirina Kelekçî.

Niha Kelekçî ji 10 gundan pêk tê û hemû ketin ser parêzgeha Duhokê. Parlamenterê Kurdistanê Beşar Mişîr Axa ji BasNewsê re tekez kir ku biryara Kelekçî ji aliyê Serokê Herêmê û Encumena Wezîrên Kurdistanê ve hatiye dayîn, û ew biryar bi biryareke girîng da zanîn ji ber “Rûbirûyê siyaseta xirab a Baasê bûye û ti xizmeteke berçav bo wê nehatiye kirin.”

Herwiha Mişîr Axa diyar kir ku pêwîste aliyên îdarî yên Herêma Kurdistanê lezê bikin bo temamkirina rê û rêbazên taybet bo Kelekçî bi qeza. Ji aliyê xwe ve rojnamevan Waid Kelekçî ragehand ku ev demeke dirêje xelkên navçeyê daxwazin nehya wan bibe qeza, ji ber ku piraniya bingehên hikûmî li Kelekçî hene, wek dadgah, binkeye polîs, bergiriya şaristanî ku ev yek proseyê asantir dikin.

Berî niha jî li ser daxwaza Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê û parêzgarê Duhokê komîteyek hat pêk anîn bi mebesta diyarkirina snîorê wan gundên ser bi bajarokê Kelekçî, û niha ew kar temam bûn lewma Serokê Herêma Kurdistanê biryar da Kelekçî bibe qeza.

Basnews
Top