• Friday, 13 February 2026
logo

Di teqîna Kerkûkê de 6 kes hatin kuştin û 20 birîndar bûn

Di teqîna Kerkûkê de 6 kes hatin kuştin û 20 birîndar bûn
Di encama teqîneke xwekujî de li parêzgeha Kerkûkê 6 kes hatin kuştin û 20 kesên din jî birîndar bûn.


Îro di dema ku hemwelatiyan dixwestin navê xwe binivîsên ji bo ku tevlî Artêşa Iraqê bibin, teqîneke xwekujî pêk hat.


Rêveberê polîsê qeza û nahiyeyên Kerkûkê Serhed Qadir ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku îro saet 10.30 sibehê bi dema Kerkûkê, teqînek li nahiyeya Riyaz li başûrê bajarê Kerkûkê di navbera Riyaz û Hewîce de pêk hat.


Peyamnêrê Rûdawê li Kerkûkê got ku di teqînê de 6 kes hatin kuştin û 20 kesên din jî birîndar bûn.

Rudaw
Top