• Friday, 13 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê 9. Pêşangeha Navdewletiya Pertûkan li bajarê Hewlêrê vekir

Serokê Herêma Kurdistanê 9. Pêşangeha Navdewletiya Pertûkan li bajarê Hewlêrê vekir
Îro çarşem 02.04.2014 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê nehemîn pêşangeha salaneya navdewletiya pertûkan li bajarê Hewlêrê vekir.

Ev pêşangeh li jêr çavdêriya Serok Barzanî û bi beşdariya 250 navendên çap û rewşenbîrî, cîhanî, Erebî, navçeyî, Iraqî û Kurdistanî û her wiha amadebûna hejmareke zêdeyê kesayetiyên siyasî û rewşenbîrî û konsol û xelkên biyanî hate vekirin û heta 10 rojan berdewam dibe.

Li rêwresma vekirina pêşangehê Serok Barzanî gotarek bi zimanê Erebî ji bo mîhvanan û amadebûyan pêşkêş kir. Serok Barzanî li gotara xwe de ji bilî bi xêrhatina mîhvanan destxweşiyê li birêveber û amadekarên pêşangehê kir û ragihand ev pêşangeh û amadebûna vê hejmara zêdeyê rewşenbîran hêza bawerî û hêviyeke zêdetir bi me dibexşê. Xweşhaliya xwe jî nîşanda ku pêşangeh li gor salên berê pêşketîtir û rêkxistîtire.

Serok Barzanî li dirêjahiya axaftina xwe de balkişand li ser wê yekê ku rewşenbîrî bingeha binyatnana jiyane û ew gelê çekê çandî li dest de heye dikarê paşaroja xwe ava bike û xweşdiviya xelkê Kurdistanê jî ji bo pertûk û pêşwaziya xelkê Kurdistanê jî li vê pêşangehê bi belgeyek zanî ji bo rêzgirtina wan ya li rewşenbîr û çand û qelem. Serok Barzanî eve jî xisterû ku cihê şanaziyê ye ku azadî taybetî li cem hemû xelkê parastiye û belge jî eweye ku li vê pêşangehê da azadiyekî tevahî heye li çapemeniyê û dûre li çavdêrî û sansorê. Serok Barzanî hewlên navenda El Meda û Fexrî Kerîmî li amadesazî û peywendiya li gel kesayetî û navendên çandî yên ji bo rêkxistina vê pêşangehê bi bilind nirxand.
Top