PDK dest bi kempîna propagendeya hilbijartinan kir
Jimareya lîstea partiya demokrata Kurdistanê bo hilbijartinan 213 ye.
Piştî ku dohê komîsyona serbixwe ya hilbijartinan ragehand ku aliyên siyasî dikarin dest bi propagendeyên xwe bikin, îro partiya demokrata Kurdistanê jî yaku bi hijmara 213an beşdariya hilbijartinên Parlementoya Îraqê dike bi diroşmeyên curbicur dest bi kempîna propagendeya hilbijartinan kir.
Di vê çarçoweyê de li bajar û bajarokên curbicur yên Kurdistanê de berbijarên PDKê bo hilbijartinên Parlementoya Îraqê wêne, poster û diroşmeyên PDKê belav kirin.
