Daxuyaniya hikûmeta Kurdistanê li dor însîyatîva hinartina neftê
Di roja 20ê adara 2014ê de, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê, însiyatîva nîyetpaqijiya hikûmeta herêma Kurdistanê ragehand û biryar da ji 1ê nîsana 2014ê ve herêma Kurdistanê 100 hezar bermîlên neftê bo derve bişîne û beşdariyê di bilindkirina rêjeya hinartina nefta Îraqê bo derve de bike.
Her ji dema ragehnadina wê însiyatîvê, hikûmeta herêma Kurdistanê ji nêzîk ve hevkarî digel berprisên balayên wezareta nefta Îraqê û Kompaniya Nefta Bakur li Kerkûkê ji bona dest bi pirosesa hinartina nefêde bikin kir û di encam de li ser detaliyên wergirtin û dabînkirina ew nefta ji herêma Kurdistanê tê rêkeftin.
Lê ji ber çêkirina xeta boriya sereke ya hinartina neftê Kerkûk-Cîhan, hikûmeta Kurdistanê ji aliyê Kompaniya Nefta Bakur li Kerkûkê hat agadar kirin ku, hêşta ew ji bo wergirtina nefta Kurdistanê neamadene.
Her du alî li ser wê yekê rêkeftine ku, her dema çakirina xeta boriya neftê ya ji kerkûkê diçe Tirkiyê hat çareserkirin dê dest bi wergirtin û hinartina nefta herêma Kurdistanê bê kirin û serokê wezîrên herêma Kurdistanê bi wê însiyatîvê pabend e.
