Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Serok Wezîrê berê yê Lîbya kir
Li hevdîtinê de Serok Barzanî gelek bi germî bi xêrhatina Mehmûd Cebirîl kir û hêvî xwest li Kurdistanê da demeke xweş derbas bike. Li vê hevdîtinê de pêvajoya siyasiya navçeyê û pêşhatên dawî û guhertinên navçeyê û welatê Lîbya xistin ber behs û guftûgoyan û Serok Barzanî ji bilî derbirîna piştgiriya xwe û gelê Kurdistanê ji bo gelê Lîbya hêvî xwest ku Lîbya vê qonaxê derbas bike û bigihe aramî û pêşketinê.
Hêjayî gotinêye Mehmûd Cebirîl bi mebesta beşdarîkirina li çalakiyên îsal ya Pêşangeha Navdewletiya Pertûkan li bajarê Hewlêr serdana Herêma Kurdistanê kiriye. Pêşangeha Navdewletiya Pertûkan li bajarê Hewlêrê li rêkefta 02.04.2014 li jêr çavdêriya Serok Barzanî dest bi karên xwe dike.
