Bi helkefta hilbijartinên Bajarvaniyan Serok Barzanî pîrozbahiyê li Ahmed Turk kir
Bi helkefta birêveçûna hilbijartinên bajarvaniyên Tirkiye û serketina we ya li proseya hilbijartina Bajarvaniya Mêrdînê germtirîn pîrozbahiyên xwe û xelkê Herêma Kurdistanê bi we radigihînim.
Encamên hilbijartinên bajarvaniyên li Tirkiye wê rastiyê piştrast kir ku li rêya xebata siyasî û demokrasiyê doza rewaya Kurd bi awayeke baştir berev pêşve diçe. Pêkanîna aştî û demokrasiyê berxwedanekî dirêje, lê belê rêya dirust û bi bandor û bi aştî û tebayî û birayetî armanc nêzîktir dibin.
Hêvîdarim hemû şiyanên ji bo serxistina proseya çareseriya aştiyê li Tirkiyê bixin holê û bi wê navê de jî Herêma Kurdistanê piştevaniya tevahiya xwe ji bo xuşk û birayên li Bakûrê Kurdistanê derdibre.
Bi hêviya serkeftinên zêdetir û paşarojeke geş ji bo gelê me
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
31/03/2014
