Konsulê nû yê Poloniyayê li herêma Kurdistanê dest bi kar bû
Felah Mistefa, bi minasibeta destbikarbûna wî weke konsulê nû yê poloniyayê li herêma Kurdistanê pîrozbahî li Bogoslav Oçdek kir û hêviya serkeftinê jê re xwest. Konsulê nû yê Poloniyayê jî kêxfxweşiya xwe diyar ku, ew li herêma Kurdistanê dest bi karê xwe dike û got ku, ew dê ji bona zêdetir pêşvebirina têkeliyên Poloniya û Kurdistanê bixebite.
Di heman demê de konsulê berê yê Poloniyayê yê herêma Kurdistanê xatira xwe ji berprisên fermangeha têkeliyên derve xwast û ji bo wê hevahengî û hevkariya bi wî re kirî sipasiya fermangeha têkeliyên derve kir. Felha Mistefa jî sipasiya konsulê berê kir û hêvî kir ku, konsulê nû têkeliyên Poloniya û Kurdistanê yên di warê, siyasî, aborî, bazirganî û kulrutî de, ber bi qonaxeke nû ve bibe.
