Serok Barzanî: Mirina Qazî Muhemed bo berdewamiya doza gelê Kurd bû
Serokê Kurdistanê bi minasebeta 67mîn salvegera îdam kirina Qazî Muhemed peyamek pêşkêş kir.
Îro Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî bi minasebeta 67mîn salvegera îdam kirina Serokkomarê Komara Kurdistanê ya li Mehabadê Pêşewa Qazî Muhemed peyamek pêşkêş kir.
Serok Barzanî di peyama xwe de eşkere kiriye ku bi minasebeta 67mîn salvegera îdam kirina Pêşewa Qazî Muhemed silav li rihê paqêj yê Qazî Muhemed û tevahiya Şehîdên rêya azadiya Kurdistanê dinêrin, mirin û fedakariya Pêşewa bo berdewam kirina xebata gelê Kurd bû.
Darde kirina Pêşewa û hevalên vî hestên Kurdatî û azadîxwazî di nava dilê takên Kurd de bihêztir kir.
Bi vê minasebeta han peyama aştî û reva bûna doza gelê Kurd dubare dikin û gelê Kurd bi xweziyên gelek mezin li pêşeroja xwe dimizîne.
