Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Îtalya li Iraqa Federal kir
Di destpêka hevdîtinê de Balyozê welatê Îtalya li Iraqa Federal xweşhaliya xwe ji bo rexsandina vê hevdîtinê nîşanda û Serok Barzanî ji çalakiyên xwe yên siyasiyê li Herêma Kurdistanê agahdar kir û bi kurtî di derbarê siyasetên Hikûmeta nû ya Îtalya xisterû û balkişand li ser wê aramî û geşbûna li Herêma Kurdistanê da heye û hêvî xwest ku peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Îtalya pêşveçûnên zêdetir bi xwe ve bibîne û eve jî ji bo Serok Barzanî behs kir ku ew mijulî wan amadekariyane ku zêdetir handana kompanyayên Îtalya yên ji bo sermayeguzariyê li Kurdistanê û her wiha serdana şandekî Hikûmeta nû ya Îtalya ya Herêma Kurdistanê kir.
Li beranber da Serok Barzanî gelek bi germî bi xêrhatina Balyozê welatê Îtalya li Iraqa Federal kir û amadehiya Herêma Kurdistanê jî ji bo kûrtirkirin û pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û welatê Îtalya li hemû waran da ragihand.
Her li vê hevdîtinê de peywendiyên di navbera Herêm û Bexda û hilbijartina Encûmena Nûnerên Iraqê guftûgokirin û di derbarê wan aloziyên di navbera Herêm û Bexda Balyozê welatê Îtalya li Iraqa Federal balkişand li ser wê yekê ku welatê wan dixwaze aramî li Iraqê da hebê û kar bi pêverên demokrasiyê bê kirin û nêrîn û têbîniyên hemû aliyek jî ji aliyê dewleta Îtalya girîngiya xwe heye.
Di derbarê kêşeyên Herêma Kurdistanê û Bexda de Serok Barzanî wê yekê xisterû ku nêzîkî 11 sale Herêma Kurdistanê yarmetiya proseya siyasiya Iraqê û aramiya wê dide û li vê rêyê da li gelek ji mafên xwe jî bûye lê belê li encamê da ewe desthilatdarên Bexda ne ku naxwazin pabendî destûrê bin û got: "Desthilatdarên Bexda dixwazin Herêm pêvekê wan bê û li Iraqê jî da şerîk jî nebê. Em bi tu awayekî qebûl nakîn piştî wan hemû xebat û qurbanîdanê û êş û janan pêvekê wan bîn. Eger desthilatdarên Bexda her berdewam bin li binpêkirina destûrê û piştguhxistina bingehên şeraket û tewafuqê em neçarîn bi peywendiyên xwe yên li gel Bexda da biçîn û eve mafêke destûr bi me daye". Serok Barzanî li dirêjahiya axaftina xwe de balkişand li ser wê yekê ku destûra Iraqê rê li xwesepandinê digrê û pabendbûna bi destûr dibê sedema lawazbûna eqliyeta înkar kirinê û ji bo wê yekê jî desthilatdarên Bexda ji wê destûrê poşman bûne ku hemû aliyek li ser rêkketine û xelkê deng pê daye.
Pêvajoya Sûriye û tehdîd û êrîşên terorê li ser asayîş û aramiya navçeyê mijareke dinê vê hevdîtinê bû.
