Li Romadî 40 kes bûne qurbanî
Di encama teqînekî li Romadî herî kêm 40 kes bûne qurbanî.
Di vê derbarê de çavkaniyên ewlekarî yên li Romadî ragehandin ku di encama êrîşeke xwekujî li nêz pira Hewz ya li bajarê Romadî de herî kêm 15 kes canê xwe ji dest dane û 25 kesên din jî birîndar bûne.
Çavkaniyên han eşkere kirin ku ev teqîna han bi rêya teqandina tirimbîleke bombekirî pêk hatiye.
Ji aliyeke din ve jî çavkaniyên tendirostî yên li Romadî anîn ziman ku jiber xedarbûna birîna hinek ji birîndaran tê payîn ku hêjimara miriyan hîn zêdetir bibe.
