Jinên FEMEN li Stenbolê Erdogan protesto kirin
Di çarçoveya hilbijartinên herêmî yên Tirkiyê de, serokên her sê partiyên AKP, CHP û MHPê jî dengên xwe dan.
Serokê AKPê Receb Tayîb Erdogan li navçeya Uskûdara Stenbolê, serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu li navçeya Çankaya ya Enqerê û serokê MHPê Devlet Bahçelî jî li heman navçeyê dengên xwe dan.
Erdogan, piştî dengdanê got, li gorî agahiyên ku ji me re hatine rêjeya tevlêbûnê dê zêde bibe lê ya herî girîng biryara millet e ji ber ku biryara millet li ser hemû tiştekî ye û tiştên ku di mîtîng û meydanan de hatine gotin dê bibin arşîfên dîrokê.
Li gorî agahiyn, li dibistana Burhaniye ya navçeya Uskûdara Stenbolê ya ku Erdogan salên borî dengên xwe dabû, 2 jinên endamên rêxistina jinan a bi navê FEMEN derket ser maseyê û xwe rût kir û Erdogan protesto kir lê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin desteserkirin.
Hat zanîn, wan jinan li ser laşê xwe wiha nivîsandibûn: “Ban Erdogan”.
Rudaw
