Li Serê Kaniyê ENKS û PYDê xwepêşandanek li dar xistin
Di xwepêşandanê de ku duh li ser banga rêxistina Serê Kaniyê ya Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (Yekîtî) derket, bi dehan kes beşdar bûn û durşmên ku piştgiriya Kobanî dikin û êrîşîn DAÎŞê şermezar dikin, hatin bilindkirin.
Her di xwepêşandana li Serê Kaniyê de ku endam û alîgirên hemû partiyên Kurdan beşdar bûn, gotara Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) jî hate xwendinû.
Li gor daxuyaniya rêxistina Serê Kaniyê ya Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (Yekîtî), di gotara şaxê Serê Kaniyê yê ENKSê de “tekîd li ser yekrêziya Kurdan û rêkeftina Hewelêrê hat kirin û berxwedana YPGê û xelkê Kobanî bilind hat nirxandin”.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku PYDê jî di gotara xwe de silav ji YPGê re şandin û daxwaz ji hêzên siyasî kir ku bi berpirsyariyên xwe yên dîrokî rabin.
Rudaw
