• Friday, 13 February 2026
logo

Qubad Talebanî derbarê vegera bavê xwe axifî

Gulan Media March 29, 2014 Nûçe
Qubad Talebanî derbarê vegera bavê xwe axifî
Qubad Talebanî kurê serokomarê Iraqê û sekreterê giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Celal Talebanî diyar kir ku rewşa tenduristiya bavê wî baş dibe û got ku hez dike vegere Kurdistanê.

Qubad Talebanî di daxuyaniyekê de ji Tora Medyayî ya Rûdawê re behsa rewşa bavê xwe kir û got “Tenduristiya wî gelek baştir bûye û şikir ji xweda re roj bi roj baştir dibe”.

Derbarê dema vegera bavê wî bo Başûrê Kurdistanê de, Qubad Talebanî got “Ew bi xwe hez dike vegere Kurdistanê, lê ew dizane jî ku dermankirina herî baş ji bo wî ewe ku li cihê xwe bimîne”.

Derbarê tedbîrên bijîşkî û dema mayîna wî li nexweşxaneyê de, Qubad Talebanî got “Dem jê re nehatiye danîn û dermankirina wî berdewam dibe, niha di qonaxa dermankirina siruştî de ye ji bo ku hêza xwe vegerîne”.

Roja 19/3/2014 hat belavkirin ku bijîşkê taybet ê Talebanî, Dr. Necmedîn Kerîm di serdana xwe ya 6 û 7ê vê meha adarê de bo Almanya, vîdyoyek ligel xwe aniye û tê de Talebanî di dema axaftinê de derdikeve.

Qubad Talebanî derbarê wê vîdyoyê de got “haya min jê nîne”.

serokomarê Iraqê û sekreterê giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Celal Talebanî roja 17/12/2012 li Bexdayî rastî celteya mejî hat û pişt re ew rakirin nexweşxaneyeke Almanya û ji wê demê de li wir tê dermankirin.

Heta niha jibilî çend wêneyan, ti vîdyoyeke Talebanî nehatiye belavkirin.

Rudaw
Top