Li Enbarê 18 çekdarên DIŞI hatin kuştin
Di encama şer û pevçûnan li Enbarê de 18 çekdarên DIŞIê hatin kuştin.
Di vê derbarê de çend çavkaniyên ewlekarî yên li Parêzgeha Enbarê ragehandin ku di encama şer û pevçûnên navbera artêşa Îraq û çekdarên DIŞIê de îro danê sibê li navçeya Amriye ya ser bi bajarê Felûceyê ve herî kêm 18 çekdarên DIŞIê hatine kuştin.
Çavkaniyên han eşkere kirin ku artêşa Îraqê bi çekên giran û balefiran dest bi bordiman kirina ev deveran kiriye ku tê payîn çekdarên DIŞIê li wan deran xwe bicîh kirine.
Weke tê zanîn ev çend mehe çekdarên DIŞIê li Parêzgeha Enbarê de bicîh bûne û şerê artêşa Îraqê dikin.
