Li ser rêya Silimanî 5 welatî canê xwe ji dest dan
Li ser rêya Silimanî di encama du bûyerên tirafîkê de 5 welatî canê xwe ji dest dan.
Li gorî çavkaniyan duh di encama du bûyerên cuda yên tirafîkê li ser rêya Silimanî de bi giştî 5 welatî canê xwe ji dest dane û 16 welatiyên din jî birîndar bûne.
Çavkaniyên han eşkere kirin ku bûyera yekem li ser rêya Silimanî – Kerkûkê de qewmiye û di encam de 4 endamên malbetekî canê xwe ji dest dane û welatiyeke din jî birîndar bûye.
Her îro di encama qulpîna pasekî de li ser rêya Silimanî – Rêzanê de Xwendekarek canê xwe ji dest da û 15 xwendekarên din jî birîndar bûn.
