Dr. Roj: Kurdistan rê nade şerê Kurd û Ereban
Dr. Roj Nûrî Şawês di çarçoveya beşdarbûna Foruma Veberhênanê ya Welatên Erebî de ku li Hewlêrê birêve diçe got: ‘‘Pesendkirina budceya giştî ya Iraqê bê razîbûna Kurdan wê nakokî û pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistan û Bexdayê de zêde bike.’‘
Şawês da zanîn ku niha Herêma Kurdistanê û Bexda di danûstandinan de ne ji bo rêkeftina her du aliyan li ser pêşniyara Hewlêrê bo şandina 100 hezar bermîl petrol di rojekê, ji petrola Kurdistanê bi rêya şirketa SOMO. Herwiha daxwaz ji Bexdayê kir ku li ser vê pêşniyarê razî bibe “Ji ber ku pêşniyarake baş e.”
Şawês tekez kir jî ku Herêma Kurdistanê bi tu awayekî rê nade ku şerê Kurd û Ereban çêbibe û rêgirî li şerê mezhebî dike.
Biryare sibe (30.03.2014) Parlamentoya Iraqê li ser pirsa budceyê bicive, û eger heye ew proje yasa têkeve dengdanê de, di demekê de ku Hevpeymaniya Kurdistanê biryar daye dê beşdarî wê civînê nebe.
Basnews
