• Friday, 13 February 2026
logo

Serokatiya Herêma Kurdistanê bersiva banga YPGê da

Gulan Media March 28, 2014 Nûçe
Serokatiya Herêma Kurdistanê bersiva banga YPGê da
Derbarê bangewaziya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de ku ji bo şerê Kobanê û rûbirûbûna bi çekdarên DAIŞ re daxwaza alîkariyê kiribû, Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku ´´ew herdem amade ye alîkariya birayên xwe li Rojavayê Kurdistanê bike.´´

Li gor nûçeyeke tora ragihandinîya Rûdawê, berpirsê dosyeya Rojavayê Kurdistan û Sûriyê di dîwana serokatiya Herêma Kurdistanê de Hemîd Derbendî derbarê bangewaziya YPGê de ragihandiye: “Serokatiya Herêma Kurdistanê hertim amade bû û amade ye alîkariya birayên xwe li Rojavayê Kurdistanê bike”.

Li gor nûçeya Rûdawê, Derbendî bang li partiyên Rojavayê Kurdistanê kiriye û gotiye: “Hemû bi hev re bin wek çawa di rêkeftina Hewlêrê de we soza daye”.

Rêkevtina Hewlêrê di navbera Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Meclisa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK) hatibû îmzekirin û di encam de Desteya Bilind a Kurd hatibû avakirin, lê ji ber nakokîyên navbera her du encûmenan, piştî demeke kêm karê wê destêyê hate rawestandin.

Li gor zanyarîyan, Hemîd Derbendî amadehiya Herêma Kurdistanê ji bo alîkarîkirina partiyên Rojavayê Kurdistanê ragihandiye û gotiye: “Em amade ne bi her tiştê ku ji destê me were em alîkariya we bikin”.

Top