• Friday, 13 February 2026
logo

“Emê têkiliya navbera Hewlêr û Bexdayê bi dawî bînin”

Gulan Media March 27, 2014 Nûçe
“Emê têkiliya navbera Hewlêr û Bexdayê bi dawî bînin”
Serkirdeyekî Hevpeymaniya Dewleta Yasa ya bi serokatiya serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî, ragihand ku ew li bendê ye di van nêzîkan de ligel Kurdan rûne û têkiliya di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi dawî bîne.

Parlamenterê Dewleta Yasayê Samî Eskerî ku kesekî nêzîkî Malikî ye, ragihand “Her tim gefa cudabûna Kurdan ji serokê Herêma Kurdistanê û siyasetmedarên Kurd dibihîsin, lewra ez li bendê me di van nêzîkan de ligel Kurdan rûnim û têkiliya di navbera Hewlêr û Bexdayê bi dawî bînim”.

Bi nêrîna Esekerî “têkiliyan navbera Hewlêr û Bexdayê ziyanê digihîne Iraqê”.

Eskerî got “Kurd ne ji ber ku ji Iraqê hez dikin heta niha cuda nebûne, lê belê ew dixwazin dewleta xwe bi pere û samanên Iraqê ava bikin û di deh salên borî de Kurdan pere û petrola Iraqê xwarine û li benda derfetekê ne ji bo ku cuda bibin”.

Ew serkirdeyê Dewleta Yasayî herwiha got “Bexda ti desthilateke wê li ser Herêma Kurdistanê nîne, di demekê de wezîrê derve yê Iraqê Kurd e, lê ti wezîrekî iraqî nikare bêy razîbûna hikûmeta Kurdistanê serdana Herêma Kurdistanê bike”.

Rudaw

Top