700 koçberên Rojava derbasî Başûr bûn
Çavkaniyekê ji rêveberiya deriyê Pêşabûrê li aliyê Başûrê Kurdistanê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku navbera 600 heta 700 koçberên ku piraniya wan xelkê herêmên Kobanî û Efrînê ne, li aliyê Rojavayê Kurdistanê li ser sînor kom bû.
Çavkaniyê diyar kir ku rêveberiya derî îro wek haleteke awarte derî li ber wan koçberan vekir û bi ti awayekî derî li ber koçberiyê bi yekcarî nayê vekirin.
Rêveberê deriyê Pêşabûrê Şewket Berbuharî ji Rûdawê re ragihand ku deriyê Pêşabûr ango Sêmalka ti carî li ber haletên mirovî nehatiye girtin û nayê girtin jî.
Hin koçberên ku îro derbasî Başûrê Kurdistanê bûn ji Rûdawê re gotin ku “hejmarek mezin ji wan koçberan ev nêzîkî 20 rojane li ser sînor bûn û li bendê bûn ku derbas bibin”.
Deriyê Sêmalka li gor rêkeftina Hewlêrê ya ku di navbera Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) hatiye îmzekirin, di sibata 2013an de bi fermana Serokatiya Herêma Kurdistanê hat vekirin.
Berî ragihandina xweseriya demokratîk li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê PYDê û hevalbendên wê yên Kurd, Ereb û Suryan ve di dawiya meh çile ya borî de, deriyê Sêmalka ji aliyê komîteyên hevbeş ên ENKSê û EGRKê dihat birêvebirin, lê pişt re derî ket bin kontrola kantona Cezîrê û ENKSê nûnerên xwe ji rêveberiya derî vekişandin.
Rudaw
