• Friday, 13 February 2026
logo

Amerîka û Rûsya li ser petrola Kurdistanê dibin yek

Gulan Media March 27, 2014 Nûçe
Amerîka û Rûsya li ser petrola Kurdistanê dibin yek
Ligel nakokiyên di navbera Rûsya û Amerîkayê de, li ser pirsa Sûriyê û Ukraynayê, şirketên petrolê yên her du welatan bi awayekî nehênî divicin bo karkirin di warê petrolê de li Herêma Kurdistanê.

Ajansa Bloomberg a Ameîkî, doh (26.03.2014) belav kir ku şirketa mezin ya Amerîkî di warê petrolê de Exxon Mobil niha di ligel hikûmeta Herêma Kurdistanê dansûtandinan dike da ku şirketa Rûsî ya warê petrolê OAO Rosneft, bîne nav bazara petrol û gazê ya Herêma Kurdistanê.

Li gor heman ajansê, niha hevkariyeke bihêz di navbera her du şirketan de heye li ser astê cîhanê, ligel nakokiyên di navbera her du welatan de li ser çend pirsên di rojevê de,

Lê ji aliyê xwe ve berpirsê ragehandinê yê OAO Rosneft û nûnetê Exxon Mobil li Moskoyê red kirin ku tu daxuyaniyekê li ser vê pirsê bidin. Herwiha berpirsekî hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ev yek red kir.

Exxon Mibil ji sala 2011’an ve li Herêma Kurdistanê kar dike, li gor girêbesta ku ligel Hikûmeta Kurdistanê îmze kiriye, ew karê dîtin û berhemanîna petrolê li ser 848 hezar donim erd dike.

Basnews
Top