Wezîrê wuzeyê Tikriyeyê: Enqerê dê pereyê rojane 750 hezar bermîl ji Bexdadê bisîtne
Li gor raporteka ajansa Roytêrz (Reuters), Taner Yildiz wezîrê wuzeyê Tirkiyeyê aşkira kiriye ku bo çarserkirina kêşeya neftîya navbera hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê de, pêywsîye Bexdad bi tewawî sûdê ji borîya neftîya navbera Kerkûk-Ceyhanê werbigre.
Yildiz daye xuyakirin, ku hikûmeta Iraqê ji roja 1 Adarê ve heta niha hîç neftek berev îstgeha embarkirina neftê ya li Ceyhanê hinarde nekiriye û tekez kiriye ku ew yek jî ji ber pirsgirêka Bexdadê li gel hikûmeta Herêma Kurdistanê ye ku Kuridstan dixwaze bi rêya borîya serbixwe nefta xwe hinarde bike û Bexdad dijayetîya ewê yekê dike û ji ewê pêngava Hewlêrê acize.
Taner Yildiz Bexdad agahdar kiriye, ku hikûmeta Enqerê dê rojane kirêya xwe weke berê ji Iraqê werbigre ku li ser bingeha şandian rojane 750 hezar bermîlên neftê rêkevtin li ser hatiye kirin.
Wezîrê wuzeyê Tirkiyeyê tekez kiriye, ku li gel ewê çendê ku ew dê pareyê kirêya neftê bidin, pêywîste pirsgirêkên xwe jî çareser bikin heta ku bi tewawî sûdê ji şîyana ewê borîya neftê webigrin û dahatê neftîya Iraqê jî zêdetir bikin.
