NY: Pêwîste yasaya petrol û gazê were pejrandin
NY dibêje pêwîste li Îraqê de yasaya petrol û gazê were pejrandin.
Nunerê taybetî yê Netewên yekgirtî yê li Îraqê di hevpeyvînekî de li gel kanala Elerebiye ragehand ku, pêwîste kêşeyên heyî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi diyalog û danûstandinan werin çareser kirin.
Nunerê NY herwiha eşkere kir ku pêwîste pirsa petrol û gazê bilez were çareser kirin ji berku petrol û gaz yê tevahiya Îraqê ye.
Nunerê NY di beşeke din ji axaftinên xwe de eşkere kir ku dibe yasaya petrol û gazê were pesendkirin û proje bûdceya sala 2014an ya Îraqê jî bi awayekî wekhev hembêza xwe bo tevahiya pêkhateyên Îraqê veke.
Çavkanî tekez li ser vê yekê kir ku pêwîste kêşeyên heyî beriya hilbijartinan werin çareserkirin.
