• Friday, 13 February 2026
logo

Partiyên li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê

Gulan Media March 26, 2014 Nûçe
Partiyên li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê
Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê 26 partiyên siyasî hene ku wê di 30ê adarê de tevlî hilbijartinên şaredariyan bibin.


Ew partî jî ev in:


1-Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP):


-14 tabaxa 2001an hat damezrandin.


-Kevne endamên Partiya Refahê ew damezirandine.


-Bîrdoziya xwe îslamiya nerm a netewparêzê tirkî ye.


-Di hilbijartinên 2002yan bi rêjeya 34% bû partiya desthilatdar.


-318 endamên xwe yên parlamentoyê hene.


-Serokê partiyê Receb Teyib Erdogan e ku serokwezîr e.


2-Partiya Komara Gel (CHP)


-Sala 1923yan hat damezirandin.


-Damezirênerê wê Mistifa Kemal Ataturk e.


-Yekemîn partî ya Komara Tirkiyê ye.


-Bîrdoziya xwe layik netewperestekî Tirkan e.


-Di hilbijartinê parlamentoyê 2002an de bû opozîsyon.


-134 endamên xwe yên parlamentoyê hene.


-Serokê wê niha Kemal Kiliçdaroglu ye.


3-Partiya Aştî û Demokrasî (BDP)


-Partiyeke siyasî ya Kurdan e.


-3yê gulana 2008 li Amedê hat damezirandin.


-BDPê li ser îhtîmala girtina DTPê 2008an hat damezirandin.


-Bîrdoziya wê yê rêberê PKKê Abdullah Ocalan e.


-Tev parlamenterên serbixwe wek grûp 30 parlamenterên xwe hene.


-Di hilbijartinên şaredariya 2009an de 97 şaredarî xistin destê xwe.


-Di operasyonên KCKê de bi hezaran endamên wan hatin girtin.


-Piraniya serokên şaredariya BDPê di zindanan de ne.


-Ji 2011an de sîstema hevserokatiyê pêk tîne.


-Hevserokên wê Selahedîn Demîrtaş û Gultan Kişanak e.


4-Partiya Demokrasiya Gelan (HDP)


-Ji Kongira Demokrasiya Gelan HDkê derket.


-Di 26 cotmehê de li Enqerê hat damezirandin.


-Bi rênimayê Rêberê PKKê Abdullah Ocalan hat damezirandin.


-Xwe wek partiya çepgir û demokrat dibîne.


-Hevserokên wê Sabahat Tuncel û Ertugrul Kûrûkçû ye.


-5 endamên wan yên parlamentoyê hene.


5-Partiya Tevgera Netewperest (MHP)


-Sala 1969an hat damezirandin.


-Damezirênerê wê Alparsalan Turkeş e.


-Partiyeke îslamgir û nijadperestekî Tirkan e.


-Di salên 1980 de bi hezaran xwendevanên Kurd kuştin.


-Ti netewekî ji bilî yê Tirk li Tirkiyê qebûl nake.


-Partiyeke opozîsyonê ye.


-Serokê wê Devlet Bahçelî ye.


-52 endamên xwe yên parlamentoyê hene.


6-Partiya Doza Azadî (Hudapar)


-Yekemîn partiya îslamî ya Kurd li Bakurê Kurdistanê ye.


-Di sala 2012an de ji aliyê misilmanên sune yên Kurd hate damezirandin.


-Rêbaza Hîzbulaha Bakurê Kurdistanê dişopîne.


-Serokê Huda Parê Mehmet Huseyn Yilaz e.


7-Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR)


-Partiyeke kurdên Bakurê Kurdistanê ye.


-Di sala 2002an de hat damezrandin.


-Rêbaza xwe sosyal demokratê Kurd e.


-Serokê HAK-PARê Kemal Burkay e.


8-Partiya Seadetê.


-Li ser şopa partiya Fazîletê hat damezirandin.


-20 Tîrmeha 2001an de hat damezrandin.


-Rêbaza xwe netewparekî Tirk û îslamiyê nerme.


-Di hilbijartinên şaredariya 2009an de 80 şaredarî bi dest xist.


-Serokê Wê Mustafa Kamalak e.


9-Partiya Rêya Rast


10-Partiya Komînîsta Tirkiyê


11-Partiya Çep ya Demokratîk


12-Partiya Alternatîfê


13-Partiya Lihevkirinên Civakî û Geşepêdan


14-Partiya rizgariya gelan


15-Partiya Ciwanan


16-Partiya Yekîtiya Mezin


17-Partiya Mihafazakar


18-Partiya Welat


19-Partiya Demokrat


20-Partiya Kedê


21-Partiya Azadî û Şêwermendiyê


22-Partiya Netewî


23-Partiya Demokrata Liberal


24-Partiya Tirkiyê ya Serbixwe


25-Partiya Karkeran


26-Partiya Gel û Wekheviyê

Rudaw
Top