‘’Teror berhemekî Erebî û Îslamî ye’‘
Serokê Şanda İraqê Xuzêre Xuzaî di Kongreya Zîrveya Erebî de ku li Kuwêtê hat lidarxistin gotarek pêşkêş kir û got: ‘’Nakokiyên navbera welatên Erebî êdî ne nehênî ye û gelekî eşkere ye, herwiha ev nakokî zêde bûne û hindik maye ber bi şerekî navxweyî yên Ereb ligel Ereban here.’‘
Xuzaî tekez kir ku ‘teror’ berhemekî Erebî û Îslamî ye ku fermanber û kanalên ragehandinê jêre hatine veqetandin. Xuzaî daxwaz ji welatên Erebî kir daku di şerê dijî terorê de hevkariya İraqê bikin û herwiha welatên Erebî wan dezgehên ragehandinê qedexe bikin ku di nav axa wan de weşanê dikin û piştgiriya terorê dikin.
Hêjayê gotinê ye doh (25.03.2014) li Kuwêtê Kongreya Zîrveya Erebî birêve çû û armanca serekî ya kongreyê jî behskirina krîza Sûriyê bû. Erebistana Siudiyê jî daxwaz kiribû ku Mixalefeta Sûriyê nûnertiya gelê wî welatî bike.
Basnews
