• Friday, 13 February 2026
logo

Sadr; Parastina hemû malbatên Kurdan li stuyê min de ye

Gulan Media March 26, 2014 Nûçe
Sadr; Parastina hemû malbatên Kurdan li stuyê min de ye

Li çend taxekî bajarê Bexdadê nameyên gef xwarinê gihêştine malbatên Kurd û ji wan xwestine ku malên xwe barkin. Ji aliyê xwe ve yek ji rêberê Şiîyan Muqteda El Sadr ragihandiye ku ew rê nade van zêdegaviyan û gotiye ku; “Parastina hemû malbatên Kurdan li stuyê min de ye”.

Li gor gotina çend şahîdhalekî li taxên Emîn û Bexda Cedîdê yê Bexdadê ji peyamnêrê Xendanê re ragihandine ku hejmarek zor Kurdên li wan taxan dijîn bi rêya nameyên dest nivîsî gef li wan hatiye xwarin û ji wan xwestine ku ji Bexdadê bar bikin.

Şahîdhalan amaje bi wê kirine ku hejmarek zor ji wan malbatan berê xwe dane nivîsîngeha seyid Muqteda El Sedir taku rêgirî li derkirina wan ji Bexdadê bike.

Ji aliyê xwe ve jî nivîsîngeha Muqteda Sedir pêwendî bi bajarê Necefê re kiriye û ragihandiye ku Muqteda Sedir rê nade van zêdegaviyan û gotiye: “Parastina hemû malbatên Kurdan li stuyê min de ye.”

Piştî ku efserekî Kurd li Bexdadê bi kuştina rojnamevan Mihemed Bidêwî Şimerî hate tometbar kirin,
serokwezîrê Iraqê Nurî Malikî demildest xwe gîhandiye cihê rûdanê û amaje bi wê yekê kiriye ku xwîna Iraqiyan li stuyê wî de ye û wê “bi xwînê bersiva xwînê” bide.

Hêjayî gotinê ye ev daxuyaniya Malikî karvedanên cuda lê hate kirin ku kuştina wî rojnamevanî ji aliyê efserê Kurd ve û daxuyaniya Malikî dibe sedema pêketina şerê netewî.
Top