“Opozîsyon nûnera rewa ya gelê Sûriyê ye”
Di daxuyaniya dawî ya lûtkeyê de ku ji aliyê wekîlê wezîrê derve yê Kuwêtê Xalihd el-Carellah ve hat xwendin, hat gotin ku Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê nûnera rewa ya gelê Sûriyê ye.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku welatên erebî piştgiriya hevpeymaniya opozîsyona Sûriyê dike wek nûnera rewa (lê ne ya tekane) ya gelê Sûriyê.
Welatên erebî pêşwaziya wergirtina kursiyê Sûriyê di Komkara Erebî de ji aliyê hevpeymaniya opozîsyonê ve kir, lê got ku divê gavên yasayî derbarê vê yekê de temam bibin.
Sekreterê Komkara Erebî Nebîl el-Erebî di kongreyeke rojnamevaniyê de ragihand ku lûtkeya Kuwêtê biryar da ku hevpeymaniya opozîsyonê tevlî civînên bê yên lûtkeyê bibe bi sîfeteke awarte.
El-Erebî diyar kir ku Komkara Erebî pirsa pêşkêşkirina çekan ji bo opozîsyona Sûriyê gotûbêj nake, ji ber ku ew pirs ne girêdayî karên komkarê ye.
Di daxuyaniyê de herwiha daxwaz hat kirin ku krîza Sûriyê li gor biryarên kongreya Cenêv1 bê çareserkirin û komkujiyên rejîma Sûriyê jî şermezar kir.
Derbarê pirsa Filestînê de, welatên erebî îtîrafa bi Îsraîlê wek welatê cihûyan red kirin.
Herwiha beşdarên lûtkeya erebî soz dan ku bi awayekî cidî kar li ser çareserkirina nakokiyên xwe bikin.
Rudaw
