• Friday, 13 February 2026
logo

Heyeta Hikûmeta Kurdistanê bi parêzgarên Şirnex û Colemergê re civiya

Gulan Media March 26, 2014 Nûçe
Heyeta Hikûmeta Kurdistanê bi parêzgarên Şirnex û Colemergê re civiya
Heyeta ku di bin serokatiya Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Kurdistanê Kerîm Şingarî de pêkhatibû, Duh çûn Şirnexê û dê derbarê mijara vekirina deriyên nû yên li ser sînorê Tirkiye û Herêma Kurdistanê de hevdîtinan pêk bînin.

Heyeta Hikûmeta Kurdistanê bi Wezîrê Navxwe Kerîm Şingarî, Peyvdarê Hikûmeta Kurdistanê Sefîn Dîzeyî, Parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî û Parêzgarê Dihokê Temer Remezan Koçer ve pêkhatibû, Duh çûn bajarê Bakurê Kurdistanê Şirnexê û li avahiya Parezgariya vî bajarê de bi parêzgarê Şirnexê Hesen Îpek û parêzgarê Colemergê Necmedîn Kalkan re hevdîtinek pêk anîn.

Di hevdîtinê de parêzgarê Şirnexê Hesen Îpek bibîrxist ku di 15ê Adarê de li Wanê Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu û Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina deriyên sînor ên nû yên ku dê li Colemerg û Şirnexê bên vekirin û çêkirina pireke nû li ser deriyê sînorê Xabûrê de hevdîtinên protokolê pêk anîbûn.

Parêzgarê Şirnexê diyar kir ku pêşxebatên ku hewce ne hatin kirin û wiha got; “Înşalah îro ku tu astengî dernekevin em ê li ser van protokolan mitabiq bimînin."

Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Kurdistanê Kerîm Şingarî jî ji bo vê serdana bajarê Şirnexê kêfxweşiya anî ziman û got ku heyeta wan li ser daxwaza Nêçîrvan Barzanî hatine Şirnexê.

Şingarî herwisa got; “Em hêvîdar in ku dê hevdîtin baş darbas bibin. Em wisa bawer in ku vebûna deriyên nû dê ji bo herdu aliyan jî bixêr be."
Top