• Friday, 13 February 2026
logo

Parêzgarên Hewlêr û Duhokê serdana Tirkiyeyê dikin

Gulan Media March 25, 2014 Nûçe
Parêzgarên Hewlêr û Duhokê serdana Tirkiyeyê dikin
Ji bo beşdarîkirin di civîneke bo rêkevtina bazirganî li gel hikûmeta Tirkiyê de, her yek li parêzgarê Hewlêrê û parêzgarê Duhokê serdana bajarê Şirnexê a bakûrê Kurdistanê dikin.

Malpera ensonhaber a Tirkî belav kiriye ku piştî ku her yek li serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û wezîrê derve yê Tirkiyê Ehmed Dawudoglu li bajarê Wanê a bakûrê Kurdistanê li ser wê yekê rêkevtin ku çend derwazeyekî sînorî ên nû û pirekê dirust bikin bi mebesta hêsankirina hatûçûna otombêlan navbera Herêmê û Tirkiyê de, sibe wê her yek li parêzgarê Hewlêrê û parêzgarê Duhokê serdana Tirkiyê bikin.

Malperê amaje bi wê yekê kiriye ku li gor protokola di navbera herdu aliyan de hatiye mor kirinê divê 5 derwazeyên sînorî ên nû bêne dirust kirin û li gel pirekê.

Sibe jî bi mebesta rêkevtina bazirganî her yek li parêzgerên Hewlêrê Newzad Hadî û yê Duhokê Temer Remezan serdana bajarê Şirnexê dikin bo rêkevtin li ser dirustkirina sê derwazeyan li ser sînorê bi Şirnexê re û pireke sêyem li ser Xabûrê.

Ew civîn 2 rojan dom dike û her yek li parêzgarê Şirnexê Hesen Îpek û parêzgarê Colemêrgê (Hakariyê) Necmedîn Kalkan jî beşdariya civînê dibin.

Herweha eger rêkevtin bighê encamê wê li bajarê Wanê girêbestan îmza bikin.
Top