• Friday, 13 February 2026
logo

Hikûmeta Herêma Kurdistanê bersiva daxuyanîya ´´xwîn li hember xwînê´´ ya Malikî da

Gulan Media March 25, 2014 Nûçe
Hikûmeta Herêma Kurdistanê bersiva daxuyanîya ´´xwîn li hember xwînê´´ ya Malikî da
Cîgirê serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê nîgeraniya xwe sebaret bi daxuyaniya serokwezîrê Iraqê derbarê rûdana kuştina rojnamevan Mihemed Bidêwî ku gotibû ewê tola xwînê bi xwînê rakin, nîşan da.

Bi daxuyaniyekê ku wêneyek bo PNA hatiye şandin de duh roja duşembîyê Îmad Ehmed, cîgirê serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê got: Pêwîste encamderên wê tawanê sizayê qaûnî werbigrin neku Malikî dûr li qanûnê hukim bide û daxwaza kuştinê û xwînriştinê di navbera zaroyên Iraqê de bike û wê rûdanê bike amrazekî şerê hilbijartinê û bie vê yekê vegerînin şerekî netewî.

Îmad Ehmed tekez dike:´´ di demekê de ku alîyên peywendîdarên hikûmeta Iraqê li hember rijîna xwîna hezaran hevwelatîyên Iraqî bi destên terorîstan li nawçeyên cuda cuda dest danîne ser dest û rawestîyane û nikarin ewlehîya xelkê biparêzin, di demekê de dosyayên kuştin û şehdîkirina çendîn rojnamevan û edîb û nivîskar û kesayetîyn navdarên Iraqê bê lêpirsîn her weke xwe mane, di wê demê de bi ser hemû ewan berpirsyarîtîyên qanûnî, siyasî û exlaqî de baz dihê dan û tenê ji ber ewê çendê ku goya kesê berpirs di evê bûyerê de Kurde û ser bi hêzên pasevanîya seroaktya komare, serokwezîr bi xwe serdana cihê bûyerê dike û daxwaza tolhildanê bi xwînê dike, ku eve pêş her tiştekê binpêkirina qanûnê û dezgeha dadwerîya Iraqê ye.´´

Îmad Ehmed di beşekî din de got: Ev daxuyaniya Malikî carek din wê rastiyê dubare dike ku beşek li desthilatdarên Iraqê neku nikarin li gor desturê hukim bikin û bi yek çavî temaşeyî welatiyên Iraqê bikin belku nikarin di rûdaneke bi vî awayî xwe bigrin û rê bidin qanûnê ku karê xwe bike û bi vê yekê carek din niyeta wan beramber bi Kurd û Herêma Kurdistanê aşkira dibe.

Di dawiya daxuyaniyê de Îmad Ehmed got: Hêzên parêzvanên serokkomar roleke giring di parastina ewlekariya beşeke berçav a Bexdadê de hebûne û bi rihekî birayane li gel xelkê Bexdadê tevgeriyane û ev rûdana nexwastî jî li derveyî rênemayên hêzên parêzaniya serokkomar rû daye. Mafê kesî nîne ku evê bûyerê ji qebareya xwe mezintir bike û şikestinên xwe bi vê rûdanê veşêre, ji ber ku piştî bûyerê, hêzên pasevanên serok komar biryar dane ku kesê berpirs di bûyerê de radestî qanûnê bihê kirin.

Top