Rênimayên hilbijartinên 30 Adarê li Tirkiyê
Li gor Rêveberiya Desteya Bilnd a Hilbijartinê li Tirkiyê wê nîzîk 52 milyon 695 hezar 831 kes dengdêr karibin dengê bikar bînin, jê 26 milyon 704 hezar û 757kes jî jinin.
Kesên ku li gundan dijîn wê bikaribin dengê xwe ji bo endamên şaredariya bajarok, bajar, serokên şaredariyê û muxtarên gundan bikar bînin, û yên li bajar dijîn wê dengên xwe ji bo serokê şaredariyê û şaredariya bajarê mezin, û endamên encûmena şaredariyê bikar bînin.
Dengdêrên hilbijartinê dikarin, di riya nasnameyên xwe yên sîvîl ku li ser wê hijmara netweyî heye, û nasnameyeke taybet bi hilbijartinê dengê xwe bikar bînin,yan jî di riya kexata tomarkirina infuse ku ji aliyê rêveberiya infuse hatî dayin de dengê xwe bidin.
Kesên li zîndanê de bi tiometên biçûk yê taqsîrî hatine ceza kirin, dikarin di riya nasnameyên ku rêveberiya girtîngehê bidin wan, tevlî hilbijartinê bibin.
Dengdêr wê bi awayekî siredanê dengê xwe bidin, ewil wê dengê xwe bidin,encûmena şaredariyê, piştre, yê serokatiya şaredariyê, piştre, bidin serokatiya şaredariya bajarê mezin, û yê dawî bidin muxtartiyê.
Li gor rêveberiya desteya bilind ya hilbijartinan li Tirkiyê, wê rengê zarfa hilbijartinên endamên encûmena şaredariya navçeyan porteqîlîbe, û serok şaredariya navçeyan hişîn be, û yê encûmena şaredariya bajêr zer be, û yê serokê şaredariya bajarê mezin sipî be, lê yê muxtaran ji ber ku wê li gun û kolanan de be, wê zarfa wê binefşî be.
Demjmêra hilbijartinê li bakurê kurdistanê wê di seet 7 sibê de heta 4 êvarê be, û li Tirkiyê wê ji seet 8 sibê heta 5ê êvarê be, û hemû dengdêr wê bi awayekî dizî dengên xwe bi serbestî bidin.
Herweha wê hola hilbijartinê sed metrî koşeyî be, û ji bilî serokê komîteya hilbijartin û karmendên wî, û nûnerên partiyan û kandîdên serbixwe, û çavdêran wê kes nekeve hola hilbijartinê.
Ewlekariya ciyên hilbijartinê wê ji aliyê polîsan ve bê kirin, lê nabê bê îzna serokê komîteya hilbijartinê kes têkeve hola hilbijartinê, û wê kesên kêmendam, temen mezin û nexweş di destpêkê de bên meşandin.
Rudaw
