Navên 11 hezar miriyan di nava lîsteya dengdanê deye
Komîsyona hilbijartinan dibêje kartên 11 hezar miriyan yên dengdanê hatine çap kirin.
Komîsyona serbixwe ya hilbijartinan ya Îraqê ragehand ku di çarçoweya çap kirina kartên dengdanê yên ji bo hilbijartinên Îraqê de şaştiyên gelek mezin hene.
Çavkaniyek ji komîsyona hilbijartinan eşkere kir ku ji bilî çap kirina kartên dengdanê bo 11 hezar miriyan hevdem 21 hezar û 205 navên din jî bi awayekî dubare ji wan re karta dengdanê hatiye çapkirin.
Çavkaniya han eşkere kir ku heta niha ji sedî 70 kartên dengdanê li ser welatiyên Îraqê hatine dabeşkirin.
