• Friday, 13 February 2026
logo

Mihemed Ocalan û Demîrtaş nûçeya nexweşiya Ocalan derewandin

Gulan Media March 24, 2014 Nûçe
Mihemed Ocalan û Demîrtaş nûçeya nexweşiya Ocalan derewandin

Piştî ku nûçeyeke bi rêya tomarek dengî ku li ser Yotubê derbarê serokê PKK Ebdula Ocalan belav bû ku têde dibêje: Serokê PKK Ebdula Ocalan tûşî nexweşiya Şêrpence bûye û neştergerî jî ji bo wî hatiye kirin, Mihemed Ocalan birayê serokê PKK ew nûçe red kir û got:Kesên van nûçeyan belav dikin niyeta wan cuda ne.

Beriya Çend rojan tomareke dengî hat belav kirin ku têde 2 rojnamevanên rojnameya Haber Turk ya Turkî bi rêya telefonê îdia dikin ku serokê PKK Ebdula Ocalan li Gireva Îmraliyê tûşî nexweşiya Şêrpenca Prostat'ê bûye û li wir jî neştergerî ji bo wî hatiye kirin.

Li hemberî wê Mihemed Ocalan birayê serokê PKK ew nûçe ji binî de red kir û got: Ez beriya 17 rojan çûme serdana birayê xwe lê birayê min Ebdula Ocalan qet behsa tiştekî wusa nekiriye.

Mihemed Ocalan diyar kir ku, kesên ku van nûçeyan belav dikin nîyeta wan cuda ne

Li gor nûçeyek Rojnameya Vatan ya Turkî jî, hevserokê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP0 Selahedîn Demîrtaş nûçeya ku dibêje: Serokê PKK Ebdula Ocalan tûşî nexweşiya Şêrpence bûye derewand.

Demîrtaş got: Sala bûrî min hem ji Wezîrê Dadê Sedula Ergîn hem jî ji serokê PKK Ebdula Ocalan derbarê vê mijarê pirsyar kir, herdu aliyan gotin tiştekî bi vê awayî nîne, her weha em dizanin ku şandeya pizîşkan jî jibo kontrolkirina tendirustiya Ocalan serdana Îmralî kiribûn lê di encam de tu nexweşiyek bi vê awayî derneket holê.

Xendan
Top