Gef li malbatên Kurd ên li Bexdayê tên xwarin
Çend şahidên li taxa Emîn, Bexdaya nû û Resafe ragihandin ku hinek kesan nameyên destnivîs avêtine malên malbatên Kurd û daxwaz ji wan kirine ku ji Bexdayê derkevin.
Herwiha wan şahidan da zanîn ku hejmarek ji wan malbatan serdana ofîsa Sedir kirine daku Serokê Tevgera Sedir, Muqteda Sedir vê bûyerê rawestîne, li himber jî nivîsgehê peywendî bi Muqteda Serdir re kiriye û gotiye ku bila malbatên Kurd piştrast bin ew dê di bin parastina wî de bin. Li gor malpera Xendanê, malbatên Kurd jî grûb û çekdarên radîkal bi vî karî tometbar dikin.
Roja 22’ê mehê , mamostayê zanîngeha Mustenseriye û rêveberê ofîsa Bexdayê ya radyoya “Iraqa Azad”, Mihemed Bidêwî Şemerî, ji aliyê efserekî ser bi hêzên zêrevanî yên Serokomarê Iraqê ve hat kuştin, ev bûyer bu cihê dilgiraniyeke gelekî mezin di nav hevwelatiyan de.
Basnews
