• Friday, 13 February 2026
logo

YPGê : 150 çekdarên DAIŞ di şerên15 rojên dawî de hatine kuştin

Gulan Media March 24, 2014 Nûçe
YPGê : 150 çekdarên DAIŞ di şerên15 rojên dawî de hatine kuştin
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) radighîne ku di 15 rojên şer û pevçûnan li gel çekdarên dewleta îslamî li Êraq û Şam li kantona Kobanê a Rojavayê Kurdistanê 150 çekdarên DAIŞ hatine kuştin û li beramberî wê jî 9 şervanên wan jî hatine kuştinê.

YPG amaje bi wê yekê kiriye ku li du heftiyên borî de li bajarê Kobanê û derdora wê bi rewşekî dijewar de derbas bûye û ji çendîn aliyan ve çekdarên DAIŞ êriş dikin lê belê bi egera berevaniya yekîneyên YPG nekarî ne berve pêş ve biçin.

YPG radighîne ku armanca wan êrişan qutkirina pêwendiya di navbera Kobanê, Efrîn û Helebê ye.
YPG bal kişandiye ku zortirîn şer û pevçûn li bajaroka Sirînê a ser bi Kobanê bûye û li 19`yî meha adarê jî rewş dijwartir buye û ew navçeyên şer nêzîkin ji sînorê Tirkiyê ve jî.

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) aşkira dike ku di encama berxwedan û parastina li Rojavayê Kurdistanê û bersivdana êrişên DAIŞê di 15 rojan de 9 şervanên YPG jî di şer de jiyana xwe ji dest dane.
Top