• Friday, 13 February 2026
logo

Artêşa Tirkiyê firokeyeke şer a Sûriyê xiste xwarê

Gulan Media March 24, 2014 Nûçe
Artêşa Tirkiyê firokeyeke şer a Sûriyê xiste xwarê
Firokeyeke şer a Sûriyê bi hênceta ku sînorê esmanîyê Tirkiyeyê binpê kiriye, ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hat xistin. Serokwezîrê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan jî pîrozbahî li artêşê kir.

Li gorî agahiyan, Duh (23.03.2014) derdora saet 14:00 bi dema Hewlêrê, firokeyeke şer a Sûriyê li gundê Qesebê yê Sûriyê û nêzîkî sînorê wî welatî digel Tirkiyê kevte xwarê.

Li gorî medyaya Tirkiyê, artêşa Tirkiyê ragihandiye ku hêzên ewê firokeya Sûriyeyî sînorê Tirkiyê binpê kiriye lewma ji aliyê hêzên wan ve hatiye xistin.

Serokwezîrê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan jî li ser xistina firokeya Sûriyê ji aliyê artêşa Tirkiyê ve daxuyanî da û ragihand, eger Sûriyê sînorê Tirkiyê binpê bike wê çaxê dê bersiva Tirkiyê girantir be.

Erdogan herwiha pîrozbahiya wan firokevanan kir ku firokeya Sûriyê xistine xwarê.

Ji aliyekî din ve, hate gotin ku ji ber şerê di navbera artêşa Sûriyê û hêzên opozîsyna wî welatî li deverên nêzîkî sînorê Tirkiyê hinek gundên Tirkiyê yên nêzîkî sînorê Sûriyê hatine valakirin û herwiha deriyê sînorî yê Yayladagi hatiye girtin û hêzek mezin li wir hatiye komkirin.

Hat zanîn, Sûriyê jî xistina firokeya xwe ji aliyê Tirkiyê ve piştrast kiriye û ew yek şermezar kiriye.

Top