Îsal 67 hezar Torîst serdana Parêzgeha Dihukê kirine
Di nava 7 rojan de 67 hezar û 500 Torîstan serdana Dihukê kiriye.
Di vê derbarê de birêveberê giştî yê desteya Torîzima Dihukê Ebdulah Davud ragehand ku di nava 7 rojan de zêdetir ji 67 hezar û 500 Torîstan serdana Parêzgeha Dihukê kiriye.
Davud di berdewamiya axaftinên xwe de eşkere kir ku ji sedî 60 wan bi rêya deriya sînor ya Îbrahîm Xelîlê ve hatine Parêzgehê û ji sedî 40 din jî ji Başûr û naverasta Îraqê serdana vê Parêzgehê kirine.
