• Friday, 13 February 2026
logo

YPG: Li Kobanî 60 çete hatin kuştin

Gulan Media March 23, 2014 Nûçe
YPG: Li Kobanî 60 çete hatin kuştin
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku wek baskê çekdarî yê PYDê li Rojavayê Kurdistanê tê naskirin, ragihand, di encama şerê digel çekdarên radîkal de li herêma Kobanî “60 çete” hatine kuştin û 10 jî bi saxî hatine girtin.

Li gorî ANFê, ji roja 19ê Adarê ve heta niha şer û pevçûn li gundê Sirînê yê nêzîkî bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê di navbera hêzên YPGê û çekdarên rêxistina bi navê DAIŞê de didome lê di van 2 rojên dawiyê de li gundê Til Ebyed ê nêzîkî sînorê Tirkiyê şer û pevçûn bi tundî didome.

Li gorî nûçeyê, îro danê sibê çekdarên DAIŞê êrişî gundê Kendal ê Kobanî kirin lê rastî kemîna YPGê hatin û di encamê de “herî kêm” 60 çekdar hatin kuştin û 10 çekdar jî bi saxî hatin girtin, her wiha hat gotin, di şerê han de 9 şervanên YPGê jî jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî nûçeyê, tankeke çekdarên DAIŞê jî hatiye jinavbirin, 4 çekên ji curê BKC, 2 RPG û gellek guleyên wan, 2 kilaşînkof û gellek keresteyên leşkerî ji aliyê hêzên YPGê ve hatine desteserkirin.

Her wiha hat zanîn, çekdarên DAIŞê gundên derdorê bajarokê Sirînê didin ber topan.

Ji aliyekî din, hat ragihandin ku gundên asûrî yên girêdayî bajarokê Til Temirê yê nêzîkî bajarê Qamişlo ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatine topbarankirin û di encamê de zirar gihîştiye gundên Til Kamiran û Til Nesrayê.

Her wiha gundên Xebîş û Bacariye jî rastî êrişa çekdarên DAIŞê hatine lê rastî bersiva YPGê hatine û piştî demek kurt ji herêmê reviyane.

Rudaw
Top