Rostî: 214 hezar geştyar hatine Kurdistanê
Di vê derbarê de Berdevkê Desteya Geştûguzarî ya Herêma Kurdistanê Nadir Rostî ragehand ku di hundirê rojên 16 heta 21’ê Adarê de hejmara geştyarên hatine Kurdistanê gehiştiye zêdeyî 214 hezar geştyar.
Rostî da zanîn ku dema mirov rêjeya geştyarên îsal hatine ligel salên borî berhev dike hejmara geştyarên îsal gelekî zêdetir e ji ya salên din.
Rêveberê Geştûguzariya Helebceyê Saman Kerîm jî ragehandibû ku di Newrozê de zêdeyî 55 hezar geştyaran serdana cihên geştyarî yên parêzgeha Helebceyê kirine.
Basnews
