• Friday, 13 February 2026
logo

Li bajarê Îzmîrê jî cejna Newrozê hat pîrozkirin

Gulan Media March 23, 2014 Nûçe
Li bajarê Îzmîrê jî cejna Newrozê hat pîrozkirin
Li bajarê Îzmîrê yê Tirkiyê, pîrozbahiya Newrozê ji aliyê Rêxistina Partiya Demokatîk a Gelan (HDP) Şaxê Îzmîrê ve hat organîzekirin û li Meydana Hipodrom a navçeya Bucayê pêk hat. Di pîrozbahiyê de zêdeyî 50 hezar kes beşdar bûn.

Li pîrozbahiya ku rêxistinên civakî yên sivîl, gellek sendîka û partî beşdar bûn de, Seroka Giştî ya ESP'ê Fîgen Yuksekdag, Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim, Hevseroka Giştî ya HDP'ê Sebahat Tûncel û Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş weke axaftvan beşdar bûn. Hevserokê Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê Cavît Ûgûr axaftina vekirinê ya pîrozbahiyê kir û Newroz pîroz kir.

Piştî ku Seroka Giştî ya ESP'ê Fîgen Yuksekdag û parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim silav dan gel, Hevseroka Giştî ya HDPê Sebahat Tûncel mafê axaftinê wergirt.

Tûncel diyar kir ku Newroz ev 4 hezar sal in weke raperînek li dijî sîstema mêtîngeriyê tê pîrozkirin û got, "Tevahiya gelên Rojhilata Navîn pîroz dikin vê cejnê, lê belê gelê Kurd di vê oxirê de gelek berdêl da û Newroz veguherand cejna vejînê." Tûncel da zanîn ku deklarasyona Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a mîna manîfestoyê li Newroza Amedê ya 2013'an hat aşkerakirin, di nava gelê Kurd de Newroz hîn bêtir watedar kiriye.

Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş paşê ji bo axaftinê derket ser dikê û bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin. Demîrtaş bi rexnekirina feraseta rêveberiya di hilbijartinên şaredariyê de dest bi axaftina xwe kir û hem desthilatdarî hem jî partiya li mûxalefetê rexne kir û got, "Eger hemû hunera we beton û kanalîzasyon be, wê demê pêwistî qet bi namzediya rêveberiya herêmî nîne. Van karan bidin peymankarekî dê ji we hemûyan çêtir çêbike."

Demîrtaş anî ziman ku ji bilî HDP û BDPê ti partî xwedî projeya aştiyê nîne û got, "Ya vana şarevaniya çêkirina imaretê ye. Ti ji van xwedî projeyên ji bo berjewendiyên gel nîne."

Demîrtaş got, "Em hewl didin aştiyê pêk bînin" û diyar kir ku li dijî vê avakirina aştiyê hin hêzên kûr êrîşî HDP'ê kirine. Demîrtaş da zanîn ku êrîşên li gellek bajarên Tirkiyê li hemberî HDP'ê hatine kirin ne karê gelê li herêmê dijîn e û got, "Hêzên ku di salên 90'î de li Kurdistanê zilm li gel dikirin, îro li bajarên rojavayê Tirkiyê êrîşî HDP'ê dikin. Ji vê derê ji wan re dibêjim; Ne Urla, ne Aksaray ne jî bajarekî din ê Tirkiyê malê bavê we nîne û em li van hemû bajaran ji rêveberiyê re namzed in. Ne tenê aştî, li gel aştiyê em soza rêveberiya zelal û xizmetê didin gelan."

Demîrtaş da xuyakirin ku gelê Kurd û hêzên şoreşger ên Tirkiyê bêalternatîf nînin û got, "Em feraseta rêveberiyê ya CHP'ê jî ya AKP'ê jî ya MHP'ê jî dizanin. Vana hemû partiyên ji ber hev in. Pêwistiya me bi wan nîne. Em ji bo tevahiya Tirkiyê alternatîfeke nû ne."

Demîrtaş got, "CHP bûye partiya gel a cemaetê" û axaftina xwe wiha dewam kir: "Cemaet tifaqa xwe ya berê bi AKP'ê re dikir, niha bi CHP'ê re dike. Kemal Kiliçdaroglû rojekê radibe nîşaneya serketinê dike, dûre dibêje ezê nîşaneya Rabîa bikim, piştre jî tu lê dinêhirî nîşaneya bozkurt (guran) dike. Eger welê ye biçin bi MHP'ê re bibin yek. Bi Bahçelî re bibe alîkarên Tayyîp Erdogan, Fethûllah Gulen jî bînin bikin serokê karê diyanetê."

Demîrtaş qedexekirina twitterê jî nirxand û got, "Yê ku aqil dide Erdogan şaş didê. Tu twitterê jî bigirî, televîzyonan jî radyoyan jî, di ser re tu hemû ronahiyan jî bigirî, mirov wê bi ronahiya çavê xwe bi hev re têkevin têkiliyê û xwe birêxistin bikin."

Piştî axaftina Demîrtaş pîrozbahî bi stranên Koroya Zarokan a NÇM, Adil Bêrtî, Selîm Gulay ê ji Derya Reş û Erdogan Emîr, bi govend û horonê bi dawî bû.

Rudaw
Top