• Friday, 13 February 2026
logo

Tê xwestin Hêza Pêşmerge ji Bexdayê were derxistin

Gulan Media March 23, 2014 Nûçe
Tê xwestin Hêza Pêşmerge ji Bexdayê were derxistin
Serokê Fraksyona İraqiya Spî li Parlamentoya İraqê Cemal Betîx Şemerî daxwaz dike Hêzên Pêşmerge ji Bexdayê werin derxistin û hêzên İraqê cihê wan bigirin.

Herwiha dixwaze ew efserê Kurd yê ku Mihemed Bidêwî Şemerî kuştiye, li cihê bûyerê were kuştin. Di vê derbarê de Şemerî ji Bexdadiye News re diyar kir ku fraksyona wan daxwaz dike Nûrî Malikî yekser Hêzên Pêşmerge ji Bexdayê derxîne.

Şemerî wiha dibêje: ‘’Bûyera kuştina Bidêwî belgeyeke li ser wê pozbilindiya ku li Bexdayê pêşmerge pê tevdigerin, herwiha divê ev bûyer bê ceza derbas nebe. Betîx ku hevdem yek ji şêxên eşîreta Şemerî ye, îdîa dike ku divê ew efserê Kurd li cihê bûyerê were kuştin.

Doh nîvro li navçeya Cadiriye ya Bexdayê, rojnamevan û mamostayê zanîngehê Mihemed Bidêwî li xaleke pişkinînê ser bi lîwaya taybetî ya Serokkomar ji ber ku li xala pişkinînê ranewestiye, ji aliyê efserekî wê lîwayê ve hat kuştin.

Niha ew efser û çend pêşmerge bi serpereştiya Nûrî Malikî bi xwe ji aliyê hêza Siwat ve hatine girtin. Serokwezîrê İraqê Nûrî Malikî gefa kuştina wî efserê Kurd dixwe û dibêje: ‘’Emê bi xwînê tolê bistînin.’‘

Basnews
Top