• Friday, 13 February 2026
logo

Hunermendekî Kurd di deryaya Îce de xeniqî

Gulan Media March 23, 2014 Nûçe
Hunermendekî Kurd di deryaya Îce de xeniqî
Roja duşemê ya borî di encama qulbandina keştiyeke rêwiyan di deryaya Îce ya di navbera Tirkiyê û Yonanistanê de, hunermendê Kurd Siyamend Oskullî ku ew jî di nav keştiyê de bû, jiyana xwe ji dest da.


Dostekî hunermend Siyamend Oskullî bi navê Evdoyê Heseno ji bajarê Stenbolê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re piştrast kir ku Oskullî di keştiya ku di deryaya Îce de binavbûye xeniqî.


Heseno diyar kir ku ewê termê Oskullî li bajarê Bodrûm yê Tirkiyê werbigre û pişt re wê veguhêze herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê.


Hunermend Siyamend Oskullî di sala 1972an de li bajarê Kobanî jidayikbûye, 2 albomên wî yên stranan bi navên (Dîlbera Min û Cara Dawiyê) hene.


Di roja 17 Avdarê de di ava derya navbera bajarê Izmîrê yê Tirkiyê û cezîra Samos a Yonanistanê xeniqî.

Rudaw
Top