Civînên pêkanîna hikûmetê dest pê dikin
Di vê derbarê de Endamê Serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Elî Husên ji BasNewsê re got ku piraniya karên pêkanîna hikûmetê temam bûne û wiha axifî: ‘’Tevgera Goran daxwaza Wezareta Navxwe kiribû, lê hinek têbîniyên PDK li ser mafê Tevgera Goran û YNK’ê hebûn, mesele jî hemû ew bû daku hevsengiyekê di navbera herdu aliyan de rabigire, ji ber tenê du wezaretên ewlekariyê hene, loma PDK’ê di vê derbarê de sê pêşniyar dan Goran.’‘
Elî Husên da zanîn ku pêkanîna hikûmetê li ser bersivdayîna wan her sê pêşniyaran maye, ku pêşniyarê mantiqî ne û wiha tê pêşbînî kirin ku Tevgera Goran wan pêşniyaran qebûl bike.
Basnews
