Cejna Newrozê li Kuwêtê jî hat pîrozkirin
Revenda Kurd li Kuwêtê roja 21ê adarê bi awayekî fermî ahengek bi helkefta cejna Newrozê li dar xist.
Di ahengê de piraniya malbatên Kurdên Rojavayê Kurdistanê yên ku li Kuwêtê kar dikin beşdar bûn. Herwiha hinek kesatiyên kuwêtî jî tevlî ahenga Newrozê bûn.
Li gor zanyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, li Kuwêtê nêzîkî 30 malbatên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê û herwiha gelek malbatên ji Başûr, Bakurê û Rojhilatê Kurdistanê jî li wir kar dikin.
Revenda Kurd li Kuwêtê îsal hat damezirandin û armanca rêveberên wê ewe ku Kurdên li Kuwêtê kar dikin û dimînin li hev bicivîne da ku ji hev re bibin alîkar.
Rudaw
