Newroz bi coşeke mezin li Amedê hate pîroz kirin
Îro li Amedê Kurdistanî bi coşeke mezin cejna netewî ya Newrozê pîroz kirin.
Weke her derê Kurdistanê îro ji li bajarê Amedê ya li Bakûrê Kurdistanê de cejna netewî ya Newroz û sersala nû ya Kurdî bi coşeke mezin hate pîroz kirin.
Di ahenga pîrozbayî ya Amedê de nunerên Kurdên her sê beşên din yên Kurdistanê jî amade bûn.
Kurdistanî bi gotina silogan û şîarên curbicur daxwaza azadiya Ocelan û statoyê bo Kurdistanê kirin.
