Cîgirê Serokê Amerîka li rêya telefonê ve peywendiyê bi Serok Barzanî re kir
Li vê peywendiya telefoniyê da Cîgirê Serokê Amerîka pîrozbahiya cejna neteweyî ya Newrozê li Serok Barzanî û gelê Kurd kir û hêviya bextewerî û serkeftinê ji bo xelkê Kurdistanê xwest.
Her li vê peywendiyê da ji bilî behskirina bi hêzkirina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Amerîka pêvajoya siyasiya Iraqê û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê jî guftûgo kirin û her dû alî li ser wê yekê bi hevre bûn ku kêşeyên Herêm û Bexda li rêya diyalog û hevdû têgihiştinê bêne çareser kirin.
