PDK Newroz û sersala nû ya gelê Kurd pîroz kir
PDK bi minasebeta cejna netewiya Neroz û sersala nû ya Kurdî peyameke pîrozbayî pêşkêş kir.
Mekteb siyasiya partiya demokrata Kurdistanê bi minasebeta hatina cejna netewî ya Nerozê û sersala nû ya Kurdî peyameke pîrozbayî pêşkêşî tevahiya gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê û seraserê cîhanê kir.
Mekteb siyasiya PDKê di beşeke din ya peyama xwe de Newroz bi sembola berxwedan, wejîn, jiyaneke nû û azadî wesif kiriye û ragehandiye ku Newroz hertim hewîna Şoreş û dijatî kirina zaliman bûye.
PDK di beşeke din ji peyama xwe de hêvî xwestiye ku tevahiya pêkhateyên gelê Kurd bi rihê raperîna sala 1991an yek rêzî û yek helwestiya xwe biparêze û hewl bo bidest xistina mafên xwe bide.
