• Friday, 13 February 2026
logo

Kurdistanî bi coşeke mezin cejna xwe ya netewî pîroz dikin

Gulan Media March 20, 2014 Nûçe
Kurdistanî bi coşeke mezin cejna xwe ya netewî pîroz dikin


Kurdistanî bi coşeke mezin cejna xwe ya netewî li seraserê Kurdistanê pîroz dikin.

Piştî nîvroya roja 20 adarê li seraserê Kurdistanê de Kurdistanî bi çalakiyên curbicur dest bi pîroz kirina cejna xwe ya netewî û sersala nû ya Kurdî kirin.

Weke her sal Kurd li Başûrê Kurdistanê bi beşdarî û amadebûna Kurdên sê beşên din yên Kurdistanê bo pîroz kirina cejna netewiya Newrozê ji bilî hildana agira Newrozê çalakiyên curbicur yên çandî û hunerî organîze kirin.

Li Helebce Newroza îsal cudatir ji Newrozên derbasbûyî tê pîrozkirin jiber ku beriya çend rojan bi fermana Serokê Kurdistanê Helebce bo Parêzgeh lewre Şîniyên vê deverê du cejnan pîroz dikin.

Li bajarên din weke Hewlêr, Silimanî, Kerkûk, Dihuk, Akrê, Soran û çendîn bajar û bajarokên din yên Kurdistanê xelk bi coşeke mezin Newroza xwe pîroz dike.
Top