Mesrûr Barzanî: Cejna Newrozê li her çar beşên Kurdistanê pîroz be
Bi minasebeta hatina cejna netewî ya Newroz û sersala nû Şewirmendê civata ewlekariya netewiya Kurdistanê birêz Mesrûr Barzanî peyamake pîrozbayî pêşkêşî gelê Kurd kir ku ev jî tekesta vê ye:
Bi navê xwedê mezin û mihriban
Bi minasebeta hatina cejna netewî ya Newroz û sersala nû pîrozbayiyên xwe yên gerim pêşkêşî malbetên serbilind yên Şehîdan, Pêşmerge, karmend û endamên dezgehên ewlekarî yên civata ewlekariya netewiya Kurdistanê, Polîs û gelê Kurd û tevahiya wan gelan dikim ku ev cejna han pîroz dikin.
Newroz ku bo me sembola têkoşîna dijî zaliman, berxwedan û wejînê ye, di dîrokê de jî weke beşek ji şanaziyên netewî û bîranîneke hevbeş ya tevahiya pêkhateyên gelê Kurdistanê û tevahiya bizavên rizgarîxwa yên Kurdistanê û herwiha semboleke berçav ya Şoreşê ye û yek ji wan bingehên sereke ya proseya boniyadnana nîştimane li Kurdistanê de.
Di qonaxa hesas ya niha de ku li deverê de hakime hêvî dikim gelê me bi tebayî, yek dengî, yek helwestî û berxwedan bi tavahiya pêşhatan re rûbirû bibe û hewl bo bidest xistina destkeftên zêdetir bide ku hêjayê xebat û qurbanî dan û dîroka têjî ji ewraz û nişêw be û gelên deverê jî bi aştî û aramî ber bi boniyadnana devereke pêşkeftî û têjî ji xweşî û kameranî ve bimeşin.
Her bi vê minasebeta netewî tekez li ser coşandina nû ya hasten nîştimanperwerî û xweştewîstiya welat û gelê xwe dikim, hêvî dikim ev xweştewîstiya han bibe hewîna kar û çalakiyên bonyadner û bidamezraweyî kirina dezgehên heyî û çareser kirina kemasî û kemaniyan.
Herwiha hêvîdarim ev minasebeta han bibe handerê me bo paqêj hêştina jîngeha Kurdistanê û parastina samanên netewî di dema ku bo seyranan serdana seyrangeh û xwezaya baş ya Kurdistanê dikin.
Her bi vê minasebeta han daxwaz ji tevahiya hevalan dikim daku weke hertim li djî her cure planek bo aloz kirina rewşa Kurdistanê rawestin û di rojên cejna Newrozê de jî tevahiya hêz û karînên xwe bo dabîn kirina rewşeke aram û biewle li seraserê Kurdistanê de bikar bînin. Di dawî de hêviya Newrozeke têjî ji xêr û xweşî, kameranî bo tevahiya aliyan dixwazim.
Hertim şad û Kurdistan jî hertim awedan be.
Mesrûr Barzanî
Adara 2714ê Kurdî
20 Adara 2014
