Hikûmeta herêma Kurdistanê cejna Newrozê pîroz dike
Bi minasibeta hatina cejna Newrozê, hikûmeta herêma Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê pêşkeşî kurdistaniyan kir:
Bi minasibeta hatina cejna pîroza Newrozê û sersala nû ya kurdî, cejna bihar, azadî û nûbna jiyanê, em bi germî pîrozbahiyê li malbatên şehîdan, pêşmerge, hemû gelê kurd û kurdistaniyan, li her cîyê lê bin, dikin.
Em hêvîdar in ku, Newroza îsal cejina kameranî, mokimbûna pêkvejiyan, lêbornînî û bidesrvehatina hemû hêvî, xewin û xwestekên kurdistaniyan û serkeftina biyekcarî be.
Bi vê minasibetê em hêvîxwaz in kabîneya nû a hikûmeta herêma Kurdistanê bi beşdariya hemû aliyan pêk bê û bi hev re pêngavan mezintir bo xizmetkirina baştir û dabînkirina xweşjiyanî û avadankirinê bo kurdistaniyan pavêj e.
Careke din cejna Newrozê li hemû aliyan pîroz be û hemû rojên we her cejin, xweşî û azadî bin
Civata wezîrên herêma Kurdistanê
20.03.2014
